Tîrmeh 19, 2022 07:07 Asia/Tehran
  •  Çarîk fînalîstên fûtbola jinan a Euro 2022 diyar bûn

Di "UEFA Women’s Euro 2002" de ku îsal li Îngilistanê li dar dikeve pêşbirkên koman hatin lîstin û tîmên ku derketin çarîk fînalê diyar bûn.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tûrnûvaya Fûtbola Jinan a Euro 2022 îsal 6’ê vê mehê dest pê kir û heta 31’ê mehê dê bidome. 16 tîmên di komên A, B, C û D de bi hev re lîstin, pêşbirkên xwe yên koman temam kirin û her du tîmên di komên xwe de bûn yekemîn û duyemîn derketin çarîk fînalê. pêşbirkên herî dawîn duh êvarê di Koma D de bûn. Tîmên neteweyî yên fûtbola jinan ên Fransa û Îzlanda bi 1-1 wekhev man, Belçîkayê jî Îtalya bi 1-0’ê têk bir. Bi vê yekê Fransa wekî yekemînê komê, Belçîka wekî duyemîn derbasî çarîk fînalê bû. Belçîka di dîroka xwe de yekem car diçe çarîk fînalê.

TÎMÊN JI KOMAN DERKETIN

Di pêşbirkên koman de di KOMA A de Îngilistan, Îrlandaya Bakur, Norwec û Avusturya hebûn. Îngilistan bi 9 puenan bû yekemîn û Avusturya bi 6 puenan bû duyemîn û bilêtê çarîk girt.

Di KOMA B de tîmên Danîmarka, Fînlandiya, Almanya û Spanya hebûn. Almanya bi 9 puenan bû yekemîn, Spanya bi 6 puenan bû duyemîn.

Di KOMA C de Hollanda, Portekîz, Swêd û Swîsre hebûn. Swêd bi 7 puenan yekemînî bi dest xist, dûre Hollanda  jî bi heman puenî karî derbasê çarîk fînalê bibe.

Di KOMA D de Belçîka, Fransa, Îzlanda û Îtalya hebûn. Fransa û Belçîkayê bilêtên xwe girtin.

REWŞA ÇARÎK FÎNALÊ

Di çarîk fînalê de tablo û rojên lîstina pêşbirkan jî diyar bû. Li gor bernameyê rewş bi vî rengî çêbû:

20’ê mehê:

- Îngilistan û Spanya

21’ê mehê:

- Almanya - Avusturya

22’ê mehê:

- Swêd - Belçîka

23’yê mehê:

- Fransa - Hollanda

Tîmên bi ser bikevin dê derbasî nîv fînalê bibin. Pêşbirkên nîv fînalê 26 û 27’ê mehê têne lîstin. PÊşbirka fînalê jî 31’ê mehê.

Serepeyv