Şanoyek li ser girîngiya dibistanê û bandora hevalên nebaş li Qamişloyê hat pêşkêşkirin
Desteya Çandê ya herêma Cizîrê ya bakûrê Sûriyê îro di çarçoveya Çalakiyên Dibistana Şanoyê de, şanoyek bi navnîşan “Xwendin Jiyan e” li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê pêşanda.
Şano ji derhêneriya Ebdulcabir Hebîb e û tê de zarokên bajarê Qamişloyê û lîstikvanên navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê, beşdar bûn.
Naveroka şanoya “Xwendin Jiyan e” der barê girîngiya eleqedariya zarokan bi xwendin û dibistanê û dûrketina ji karkirina zarokan bû, her wiha li ser perwerdekirina zarokan û dûrxistina wan ji hevalên nebaş ên ku wan ber bi kiryarên xerab û nebaş ve dibin û girîngiya domandina xwendinê bû.
Çîroka şanoyê li ser zarokekî ku dev ji dibistanê berdide û berê xwe dide karê li dîkanên “sînaa”, ku di dawiyê de ji ber ku kiryarên nebaş dike û dikeve rêya şaş, ew ji aliyê hêzên ewlekariyê ve tê girtin.