Tîrmeh 17, 2022 21:21 Asia/Tehran
  • Skoçîç wek rahênerê tîma neteweyî ya futbolê ya Îranê ma

Ji vê sibê va civîna endamên Desteya Serokatiyê û endamên Komîteya Teknîkî ya Federasyona Futbolê hat lidarxistin.

Civîna ku piştî çend saetan kuta bû û di dawiyê de biryar hat dayîn Dragan Skoçîç wek serrahênerê tîma neteweyî ya futbola Îranê xebata xwe bidomîne da ku di kûpa cîhanî ya 2022`an de bibe rahênerê tîma Îranê. 

Pêştir jî hin gotin derbarê wêdedanîna wî û anîna rahênerên îranî an derveyî da hatibûn hilêxistin û heta komîteya teknîkê jî bi awayê serbixwe hikmê wêdedanîna vî rahênerî dabû, lê Skoçîç piştî civîna çend rojan berî niha bi Desteya Serokatiya Fedêrasyona Futbola Îranê re karî wan razî bike ku ew hevkariya xwe bidomîne. 

Serepeyv