Tîrmeh 17, 2022 12:38 Asia/Tehran
  • Konferansa Navneteweyî ya Hewaraman; Tomarkirina Cîhanî, Çand û Geşatiya Mayînde li Kirmanşanê

Sekreterê Zanistî yê Konferansa Navneteweyî ya Hewaramanê, ragehand ku dê 700 mêvan beşdarî vê konferansê bibin û 400 meqaleyên bijartî dê tê da bên raberkirin.

Ev konferansa navneteweyî duh danê sibê bi beşdariya berpirs, mamosteyên zanîngehan, çalakavanên çandî û civakî û medyakaran û bi mazûvaniya Zanîngeha Raziyê destpê bû. 

Sekreterê Zanistî yê Konferansa Navneteweyî ya Hewaramanê got: Hewraman mîrata çandî ya herî berfireh e ku Tebaxa sala derbasbûyî di 44`emîn Komîteya Civîna Cîhanî da 186 welatên cîhanê dengê Erê danê. 

Nadir Nadirî, bal kişand ser vê yekê ku  zêdetirî 400 meqaleyên zanistî-lêkolînî ji hêla lêkol û mamosteyên warên kevnarnasî, mêmarî, jîngeh, zanista xwecihî, giyayên dermanî, karsazî û rêveberiya aborî va bo konferansê hatine şandin.

Mîrata Çandî ya Hewramanê 26`emîn berhema Komara Îslamî ya Îranê ye ku di asta cîhanî  de hatiye tomarkirin.

Serepeyv