Tîrmeh 17, 2022 12:22 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya voleybola jinan a Îranê bo cara sisyan ji Bulqaristanê bir

Tîma neteweyî ya voleybola jinan a Îranê bo cara sisyan bi Bulqaristanê re hevrikî kir û jê bir.

Tîma neteweyî ya voleybola jinan  a Îranê ku ji 10ê Tîrmehê va dewra amadekraiyê ya derveyî welêt li Bulqaristanê destpê kiriye, duh berêvarê bo cara sisyan bi tîma ciwanên Bulqaristanê re leyîst û 3-0 li hember vê tîmê ser ket.

Di vê pêşbirkê de, tîma Îranê di sê sêtên li dû hev de û bi encamên 25-20, 25-17, 25-17 li tîma reqîb bir.

Tîma Neteweyî ya volîbola Îranê îro berêvarê jî dê dawîn proveya xwe li Sûfiyayê li dar bixe û sibê vegere welêt.

Serepeyv