Werzişkarekî îranî wek ``baştirîn keleparêzê`` Lîga Hokî ya Tirkîyê hat bijartin
Werzişkarekî îranî wek ``baştirîn keleparêzê`` Lîga Hokî ya Tirkîyê di sala 2022yê da hat bijartin.
Sasan Hatemînijad werzişkarê îranî xelkê Îlamê bilî ku wek ``baştirîn keleparêzê`` Lîga Hokî ya Tirkîyê di sala 2022yê da hat bijartin, berî vîya wek baştirîn keleparêzê Asyayê û baştirîn keleparêzê cîhanê di sala 2018ê da ûbaştirîn keleparêzê Îranê hatîye bijartin.
Hatemînijad herwiha berî vîya karîye nasnavên weke Qaremanê Asyayê di sala 2012ê li Taylendê, Qaremanê Asyayê di sala 2014 li Tayvanê, Qaremanê Asyayê di sala 2013ê li Qazaqistanê, Qaremanê Asyayê di sala 2015ê li Qeterê, Qaremanê Asyayê di sala 2016ê li Malêzîyê, Qaremanîya Asyayê di sala 2020 li Taylendê û pilleya sêyê ya cîhanê di sala 2018ê da li Berlîna Almanê da bi dest bixe.