Tîma Volîbola Jinan a Îranê li tîma Bulgaristanê bir
Tîrmeh 16, 2022 10:53 Asia/Tehran
Tîma Volîbola Jinan a Îranê jibo cara duyê derket pêşberî tîma jinan a Bulgaristanê û 3-0 lê bir.
Tîma Volîbola Jinan a Îranê ku ji hefteya buhurî va dewra amadekarîyê ya derveyî welêt li Bulgaristanê destpê kirîye, jibo cara duyê li tîma nûgîhayên vî welatî bir.
Di pêşbirka yekê ya amadekarîyê da jî ku di navbera tîmên Îran û Bulgaristanê da hat lidarxsitin, tîma Îranê li reqîba xwe bir.
Tîma Volîbola Jinan a Îranê jibo pişikdarîya di Kapa Konfêdêrasyonên Asyayê û Pêşbirkên Hevgirtina Welatên Islamî da, heta nika 7 dewrên amadekarîyê lidar xistine.