Tîrmeh 15, 2022 10:50 Asia/Tehran
  • Çêlsî idî hewil nade Ronaldo wergire

Tîma Çêlsîyê ku tê gotin yek ji tîmên sereke jibo wergirtina istêrkê portugalî yê Mençistir Yonaytidê ye, idî hez nake wî futbolîstî wergire.

Kirîstîyano Ronaldo tevî ku ligorî peymanê divê demsalekê jibo tîma Mençistir Yonitedê bilîze, bi dû cidabûna ji vê tîmê ye û rêvebirê kar u barên wî Jorj Mêndêz bi dû peydakirina tîmeke guncav jibo wî bi merema lîstina di Lîga Qaremanên Ewrûpayê da ye.

Di hefteyên vê dawîyê da Çêlsî wek mişterîyekî sereke jibo wergirtina Ronaldo bû li rex tîmên weke Bayêrn Monîx, Rom û Nabolîyê, lê nika wer xûya dike ku ev tîma idî hez nke wî wergire.

Di vî halî da mêdyayên purtugalî ji wan Record`ê idia kirine ku Ronaldo pêşnîyara 250 milyon dolarî ya tîmeke Erebistanê qebûl nekir.