Kapa Asyayê; Tîma Beskitbola Îranê ji tîma Sûrîyê bir
Tîrmeh 13, 2022 18:16 Asia/Tehran
Tîma Beskitbola Îranê di pêşbirka yekê ya Kap Asyayê da li tîma Sûrîyê bir
Tîma Beskibola Îranê îro di çarçova Kap Asyayê da li Endonêzîyê derket pêşberî tîma Sûrîyê û 80-67 lê bir.
Tîma Beskibola Îranê ku di qonaxa yekê ya Kapa Cîhanî di her du pêşbirkan da li tîma Sûrîyê biribû, îro jî di pêşbirkeka Kap Asyayê da li vê tîmê bir û pêngava yekê ya xwe bi awayekî serketî rakir.
Tîma Beskibola Îranê di dewama van pêşbirkana di dewra komkî da yê derkeve pêşberî tîmên Qazaqistan û Japonê.
Sibê jî yê Australîya-Erebistan, Kore- Tayvan, Endonêzî-Urdin û Behrêyn-Çîn yê derkevin pêşberî hev.