Tîrmeh 10, 2022 10:01 Asia/Tehran
  •  44 hezar peyvên nû li Ferhenga Kurdî-Tirkî hatin zêdekirin

Komeleya Lêkolînên Kurdî çapeke berfireh a Ferhenga Kurdî-Tirkî derxist. Di wê çapê de 44 hezar peyvên nû li wê ferhengê hatine zêdekirin û bi giştî hejmara peyvên di ferhengê de gihîşte zêdeyî 224 hezar peyvan.

Komeleya Lêkolînên Kurdî ya li Stenbolê çapeke berfireh a ferhenga Kurdî-Tirkî derxist ku ji aliyê zimannas Zana Farqînî ve hatiye amadekirin ku 44 hezar peyvên din li çapa nû ya wê ferhengê hatine zêdekirin. Bi vê yekê jî hejmara peyvên di wê ferhengê de gehiştiye zêdeyî 224 hezar peyvan. Di ferhengê de wateya wan peyvan jî cih girtiye û herwiha ew biwêj û îdyomên ku peyvên ferhengê têde derbas dibin jî li ferhengê hatine zêdekirin.

Hevserokê Komaleya Lêkolînên Kurdî Eyub Subaşi derbarê ferhengê de dibêje, “Çapa yekem a Ferhenga Kurdî-Tirkî di sala 2004an de hatiye derxistin, di çapa nû de jî 44 hezar peyv lê hatine zêdekirin. Bi van peyvan arşîvkirina Kurdî berdewam dike. Em nikarin bibêjin ku heta niha Kurdî bi temamî hatiye arşîvkirin. Nivîskarê ferhengê Zana Farqînî geriya ye û peyvên ku nû  bihîstine li vê ferhengê zêde kirine û ferheng berfireh kiriye.”

Eyûb Subaşi got, ”Ew gotinên di vê ferhengê de ji axaftina rojane ya xelkê û nivîsên ku Kurdan berî sedsalan nivîsîne hatine wergirtin û li vê ferhengê hatine zêdekirin. Ev ferheng tenê zaravayê Kurmancî li xwe digire, eger em zaravayên din jî lê zêde bikin yek berg têr nake.  Ev ferheng yek ji nîşaneyên dewlemendî û zindîbûna zimanê Kurdî ye.”
 

Serepeyv