Tîrmeh 09, 2022 10:35 Asia/Tehran
  • Serkeftina giranbuha ya tîma neteweyî ya voleybola Îranê bo çûna nav 8 tîmên dawîn ên Lîga Neteweyan

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê bi serketina xwe ya li hemberî Slovenyayê şert û mercên pêşkeftina nav 8 tîmên dawîn ên Lîga Neteweyan xweş kir.

Tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê li pêşbirka xwe ya 11-an li hemberî Slovenyayê di Lîga Neteweyan a despêkî de di 3 setên li pey hev de bi ser ket.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, tîma neteweyî ya voleybolê ya Îranê bi 6 serketin û 17 pûanan li pileya heştem a rêzbendiyê ye û eger li pêşbirka îro (şemî) li hemberî Sirbistanê serbikeve, dê derbasî nava 8 tîmên dawî bibin.

Heta niha 6 tîmên Polonya, Îtalya, Amerîka, Fransa, Brezîlya û Japonyayê derbasî qonaxa dawîn a Lîga Neteweyan bûne û 5 tîmên Holanda, Slovenya, Îran, Sirbistan û Arjantînê jî ji bo 2 kotayên mayî yên qonaxa dawî hevrikiyê dikin. 

Tîmên Almanya, Çîn, Kanada, Bûlgarîstan û Awûstralyayê jî nekarîn derbasî vê qonaxa dawiyê bibin.

Serepeyv