Îran bû qehremana pêşbirkên volîbala rûniştî li Tirkiyê
Tîrmeh 08, 2022 10:40 Asia/Tehran
Pêşbirkên volîbala rûniştî yên çaralî yên Tirkiyê bi qehremaniya Tîma neteweyî ya Volîbala rûniştî ya mêran a Îranê bi dawî bûn.
Di pêşbirka dawiyê ya van pêşbirkan da Tîma neteweyî ya Volîbala rûniştî ya mêran a Îranê di sê setên lipeyhev da ji tîma Iraqê bir û bû qehreman.
Di dawiya van pêşbirkan da Mêysem Elîpûr wek baştirîn lêderê servîsê, Mecîd Leşkerî wek baştirîn pasor û Mehdî Babadî wek puenênerê herî baş ji Tîma neteweyî ya Volîbala rûniştî ya mêran a Îranê hatin bijartin.
Baştirîn Spoker ji tîma Iraqê û baştirîn berevan û cewantirîn lîstikvan jî ji tîma Tirkiyê hatin bijartin.