Tîrmeh 07, 2022 12:59 Asia/Tehran
  • Tûrnûvaya Fûtbolê ya Jinan a UEFA’yê ya Îngilistanê dest pê kir

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Tûrnûvaya Fûtbolê ya Jinan a UEFA’yê, bi navê xwe yê din "UEFA 2022 Jin" (UEFA Women's EURO England 2022) bi pêşbirka tîma neteweyî ya Îngilistan û Otrîşê dest pê kir. Îngilistan ku îsal mazûvanî dike bi 1-0’ê bi ser ket.

Va ne agahiyên li ser tûrnûvayê:

Ev tûrnûvaya tîmên neteweyî yên jinan ên Ewropayê yekemîn car di sala 1984’an de dest pê kir. Îsal 13’yemîn car di navbera 6-31’ê Tîrmehê de li dar dikeve.

- Di 6 organîzasyonên pêşî de tenê 4 tîmên neteweyî hebûn, paşê di organîzasyonên 7, 8 û 9’emîn de 8 tîm hebûn. Di sala 2013’yan de hejmara tîman derket 12 û di sala 2017’an jî bûn 16 tîm.

- Îsal jî 16 tîmên neteweyî yên jinan ên welatên Ewropayê di nav tûrnûvayê de ne. Ji ber şêr UEFA’yê Rûsya ji nav derxist û ji dêvla wê ve Portekîza ku di play-offê de têk çûbû xist tûrnûvayê. Tîmên heyî li 4 koman hatine belavkirin.

- Komên tûrnûvayê bi vî rengî ne:

KOMA A:

Îngilistan, Îrlandaya Bakur, Norwec û Otrîş.

KOMA B:

Danîmarka, Fînlanda, Almanya, Spanya

KOMA C:

Hollanda, Portekîz, Swêd, Swîs

KOMA D:

Belçîka, Fransa, Îzlanda, Îtalya

- Her du tîmên di koma xwe de bibin yekemîn û duyemîn dê derbasî çarîk fînalê bibin.

- Îngilistan îsal ji bo tûrnûvayê mazûvanî dike. Pêşbirka yekemîn li Stada Old Traffordê hat lîstin. Pêşbirka dawî jî roja 31’ê mehê dê li Stada Wembley a li Londonê bê lîstin û şampyion diyar bibe.

- Di tûrnûvaya yekemîn (1984) de Swêd bi ser ketibû lê heta aniha tîma herî serketî Almanya ye. Almanya di salên 1989, 1991, 1995, 1997, 2001, 2005, 2009 û 2013’yan de tam 8 caran bûye qehreman. Bi gotineke din ji her 4 salan carek bûye qehreman. Lê ev 19 sal in Almanya nebûye qehreman.

- Di tûrnûvayê de yên herî zêde gol avêtine Inka Grings û Birgit Prinz in ku her du jî alman in û her duyan jî her yekî 10 gol avêtine.

PÊŞBIRKA YEKEM: ÎNGILISTANÊ 3 PÛEN GIRTIN

Ji ber ku Îngilistan mazûvanî dike pêşbirka yekem jî tîma wan lîst. Tîma jinan a fûtbolê ya neteweyî ya Îngilistanê tîma Otrîşê kir mêvan. Di deqîqeya 16’an de Beth Mead li ser navê tîma xwe golek avêt û bi vê Îngilistanê bi 3 pûenan dest bi tûrnûvayê kir.

Serepeyv