Guleştgirên ferengî yên Îranê li Asyayê bûn qareman
Tîrmeh 07, 2022 09:50 Asia/Tehran
Tîma Îranê di pêşbirkên guleşta ferengî ya xortan a qaremaniya Asyayê da bi wergirtina 7 mîdalên zêr, zîvek û 2 bronzan bû qareman.
Li gorî rapora IRNAyê, Pêşbirkên guleşta ferengî ya xortan a Asyayê rojên Sêşem û Çarşemê li Menameya Behreynê hatin lidarxistin û di dawiyê da tîma Îranê di pêşbirkên guleşta ferengî ya xortan a qaremaniya Asyayê da bi wergirtina 7 mîdalên zêr, zîvek û 2 bronzan bû qareman.
Di rêzebendiya tîmî ya van pêşbirkan da, tîma Îranê bi 225 puenan bû qareman û tîmên Qezaqistan bi 175 û Qirqîzistanê bi 155 puenan bi rêzê bûn duyem û sêyem.