Tîrmeh 07, 2022 07:53 Asia/Tehran
  • Li Helebê şevbuhêrka “Huner parastina nasnameya gelan e” bi rê ve çû

Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya taxa Şêxmeqsûda Helebê bi dirûşma “Hunerê resen parastina nasnameya gelan e”, şevbuhêrkek li dar xist.

Şevbuhêrk li herêma Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar ket. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partî tev lê bûn.

Di destpêkê de endamê Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê Ridwan Agirî axivî û pêwîstiya parastina çand û kulturê destnîşan kir.

Her wiha Ridwan Agirî êriş û gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û bang li gelên herêmê kir ku ax û çanda xwe biparêzin.

Paşê, Koma Agirî û Koma Çiyayên Kurmênc stranên bi zimanên erebî û kurdî gotin.

Stranbêjan; Elî Dawûd û Ebdurehman Çawîş stran ji çanda Efrînê gotin.

Di dawiya şevbuhêrkê de şênî xelekên govendê li ber stranên efrînî gerandin.

Serepeyv