Tîrmeh 04, 2022 18:01 Asia/Tehran
  • Ekrana Fîlma

Ekrana Fîlma "Bê Hemû Tişt" ji berhemên sînemaya Îranê ji dawiya vê hefteyê li sînemayên bajarên Silêmanî, Hewlêr û Dihokê li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê dike.

Fîlma "Bê Hemû Tişt" bi derhêneriya Muhsin Qerayî û bi lîstikvaniya hejmareke lîstikvanên nasyar ên sînemaya Îranê ji wan Pervîz Perestûyî, Hediye Tehranî, Hadî Hicazîfer û hwd ji roja

Pêncşemiyê, 7ê Tîrmeha 2022an va li sînema Salim a Silêmaniyê, Sînema Empayir a Family Mola Hewlêrê û sînemaya Dihok Molê li bajarê Dihokê ya Herêma Kurdistanê dê were nîşandan.

Fîlma "Bê Hemû Tişt" berhema sala 2019an a Îranê ye.

Ev fîm bi îqtibasseke azad ji şanoya binavûdeng a "Hevdîtina banûya Pîr" (Der Besuch der alten Dame) berhema serkeftî ya Firêdrîş Dûrênmat (Friedrich Dürrenmatt) hatiye çêkirin.

Fîlma "Bê Hemû Tişt" cara yekem di dora 39an a Festîvala Fîlma Fecrê da hat nîşandan û bû berendamê wergirtina 15 Sîmirên Blûrîn.