Tîrmeh 02, 2022 07:08 Asia/Tehran
  • 97 rêxistinên navneteweyî werzîşkarên ûris boykot kirine

Serokê zankoya hiqûqê ya zanîngeha dewletê ya Moskoyê êvara Înê ragihand ku 97 rêxistinên werzîşê yên navneteweyî ji dema destpêbûna şerê Ukraynê werzîşkarên Rûsiyê boykot kirine.

Li gorî nûçeya Fars Newsê, Vîktor Blajîv got: Li gorî amarên nû yên Wezareta werzîşê ya Rûsiyê, Komîteya Navneteweyî ya Olempîkê, Komîteya Navneteweyî ya Para-Olempîkê û 95 rêxistinên din hin boykot li dijî werzîşkar û rêxistinên werzîşê yên Rûsiyê sepandine.

Li gorî ragihandina Blajîv, gelek ji rêxistinên navneteweyî tevî şopandina şîretên Komîteya Navneteweyî ya Olempîkê, beşdariya werzîşkarên ûris di pêşbirkên navneteweyî da qedexe kiriye.

 

Serepeyv