Tîrmeh 01, 2022 13:42 Asia/Tehran
  • Mehdî Taromî di rêza 100 lîstikvanên sereke yên Ewropayê da cih girt

Mehdî Taromî lîstikvanê tîma neteweyî ya Fûtbola Îranê di rêza 100 lîstikvanên sereke yên Fûtbola Ewropayê di sala derbasbûyî da cih girt.

Li gorî rapora IRNAyê, Kovara Markaya Spanyayê 100 lîstikvanên sereke yên Fûtbola Ewropayê di sala derbasbûyî da dan nasandin û navê Mehdî Taromî û klûba Portoyê di nav lîsteya baştirînên salê yên Ewropayê da cih girtin.

 

Mehdî Taromî êrîşkerê îranî yê tîma Portoya Portegalê rola xwe ya rastyerast di 31 gol ji 86 golên Portoyê di sala derbasbûyî da hebû û 5 caran jî wek lîstikvanê sereke yê mehê hat bijartin.

 

 

Serepeyv