Hezîran 29, 2022 09:23 Asia/Tehran
  • Lîstikvanê navdar ê tirkiyeyî Cuneyt Arkin koça dawî kir

Lîstikvanê navdar ê tirkiyeyî Cuneyt Arkin li nexweşxaneya ku rakiribûnê di 85 saliya xwe da koça dawî kir.

Cuneyt Arkinê mohra xwe li sînemaya Tirkiyeyê xistiye nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Arkin li nexweşxaneyê koça dawî kir, der barê wefata wî da ji nexweşxaneya Lîv Hospîtalê daxuyaniyeke çapemeniyê hat belavkirin.

Hat gotin ji ber ku dilê wî sekiniye Arkin anîne nexweşxaneyê û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji ber ku dilê lîstikvanê biqîmet ê sînemaya Tirkiyê Birêz Cuneyt Arkin sekiniye ew bi

ambulansê anîn Lîv Hospîtalê. Ji bo dilê wî bixebite her çiqas hewl hat dayîn jî wî koça dawî kir. Wek malbata Lîv Hospîtalê em xemgînin in ku me lîstikvanê mezin ê sînemaya Tirkiyê ji dest da. Em sersaxiyê didin malbata Cuneyt Arkin û hemû hezkiriyên wî."

Lîstikvanê navê wî yê rastîn Fahrettîn Cureklîbatir e, di sala 1937an da li Eskîşehirê hat dinyayê. Di sala 1964an da bi Guler Mocanê ra zewicî û qîza wî Fîlîz hate dinyayê. Arkin cara duyem jî di 1970ê da bi Betûl Işilê ra zewicî û ji vê zewacê jî du kurên wî Murat û Kaan çêbûn.

Arkin dev ji karê xwe yê doxtoriyê berda û di sala 1963yan da dest bi lîstikvaniyê kir. Wî di gelek fîlman da lîst û gelek jî xelat girtin.

Serepeyv