Hezîran 28, 2022 18:37 Asia/Tehran
  • Di pêşbirkên navneteweyî yên jîmnastîkê li Portekîzê de, jîmnastîkarê îranî bû duyem

Jimnastîkarê îranî, Emîr Husên Husênî li pêşbirkên navneteweyî yên Trampolînê li Portekîzê medala zîv bi dest xist û li ser pileya duyem cih girt.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB Newsê; “Emîr Husên Husênî” werzişkarê jîmînastîkê yê tîma neteweyî ya trampolîna Îranê, di pêşbirkên navneteweyî yên Portekîzê de pileya duyem bi dest xist.

Tîma neteweyî ya Îranê di beşa tîman de pêkhatî ji Mihemed Seîd-Abadî, Arya Mam Ebdullah, Emîr Husên Husênî û Emîr Ferehanî di pileya duyem de rawestiya û medala zîv a vê pêşbirkê bi dest xist.

Tîma neteweyî ya trampolînê ya Îranê ku ji 8 kesan pêk tê di vê pêşbirkê de beşdar e.

Serepeyv