Hezîran 28, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Li Zencana Îranê Turnuvaya Şetrencê ya Azad a Navneteweyî dest pê kir

Yekemîn dewra pêşbirkên navneteweyî yên şetrenca azad bi navê Kupaya Melevanên bin behrê yên Deryadel bi beşdariya 255 beşdaran ji welatên curbicur li bajarê Zencanê yê Îranê dest pê kir.

Li gorî rapora IRNA`yê; Di gera yekem a pêşbirkên navneteweyî yên şetrencê de, lîstikvan û mamosteyên çar welatên Îran, Komara Azerbaycan, Iraq û Efxanistanê beşdar in.

Ev pêşbirk bi rêbaza Swîsreyê di 9 dewreyan de tên lidarxistin.

Yekemîn dewra pêşbirkên navneteweyî yên setrencên azad ku îro sêşemê li bajarê Zencanê yê li rojavayê Tehranê dest pê kiriye, heta roja pêncşemê berdewam dike.

Serepeyv