Hefteya duyem a Lîga Gelên Volîbalê bi dawî bû
Hezîran 26, 2022 13:36 Asia/Tehran
Di hefteya duyem a Lîga Gelên Volîbalê da tîma Fransayê ji Japonê bir.
Li gorî rapora YJC'yê, tîmên neteweyî yên volîbalê yên Japon û Fransayê di hefteya duyem a Lîga Gelên Volîbalê-2022an da çûn pêşberî hevûdu û di dawiyê da tîma Fransayê bi encama 3-0 ji hevrika xwe bir.
Bi vê encamê tîma Fransayê bi 6 pêşbirkan 18 puen bi dest xistin û kete rêza yekem a van pêşbirkan.
Tîma Japonê jî bi 15 puenan kete rêza sêyem.