Hezîran 26, 2022 08:08 Asia/Tehran
  • Şeva bîranîna Dengbêj Şakiro di 26’emîn salvegera koça wî ya dawiyê de bi coş li dar ket

Saziyên kurdan di 26’emîn salvegera koça dawî ya Dengbêj Şakiro de ew bi şeveke taybet, bi klaman bibîr anî.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê ji zarê ajansa Mezopotamyayê, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) û Navenda Çand û Hunerê ya Golgeyê (GKSM) li Navenda Çandê ya Cem Karacayê şeveke taybet ji bo bîranîna Dengbêj Şakiro li dar xist. Şeva bîranînê bi pêşkeşvaniya hunermend Devrîm Demîrê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, nivîskar Mûrathan Mûngan, ji malbata Dengbêj Şakiro Teyfîk Denîz, heval û dûajoyên Şakiro, Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro, Dengbêj Xenî, Dengbêj Mihemedê Beyro, endamên partiyên siyasî jî di nav de bi sedan kes tevli şeva bîranînê bûn. Ji ber ku li hêwanê qoltixên vala neman, gelek temaşevan jî li korîdorê rûniştin.

Pêşî nivîskar Mûrathan Mûngan axivî. Mûngan got: "Di vê dema ku wijdan, edalet, heqaniyet û wefadarî windabûye de, qedirxanî girîng e. Di demeke wisa de ku fikar zêde bûne, lidarxistina şeveke wisa girîng e. Malavayiya wan kesan dikim ku ev şev li dar xistin. Ez kesên ku kevneşopiya dengbêjiê bibîr tînin pîroz dikim."

 

Paşê koma şanoyê ya GKSM'ê li paş perdeyê kilama "Kekê Xiyaseddîn" a Şakiro got.

Omer Guneş û Îbrahîm Şahîn ku li ser dengbêjan lêkolînên cidî kirine, dîsa hunermend Xelîl Xemgîn, Hozan Marûf û Hozan Şemdîn peyamên bi vîdeo şandin şevê. Ciwan Haco jî peyama xwe bi nivîskî şand şeva bîranînê.

Heval û dûajoyhen Şakiro Dengbêj Kazo, Dengbêj Zahiro û Dengbêj Mihemedê Beyro jî behsa hevaltiya xwe ya bi Şakiro re kirin. Paşê dengbêjan kilam gotin.

Piştî sînevîyona derbarê jiyana Şakiro de, birayê wî Teyfîk Denîz got gel ji wî bêtir Şakiro nas dike. Denîz destnîşan kir ku her kes Şakiro nas dike û jê hez dike. Denîz piştî axaftinê kilameke ku li ser Şakiro çêkiriye got.

Di dawiya bîranînê de jî dîwana dengbêjan hat danîn. Dengbêj Salihê Qubînî, Dengbêj Hediye, Dengbêj Eylul Nazlier, Dengbêj Erhan Kaya kilam gotin.

Serepeyv