Hezîran 24, 2022 22:05 Asia/Tehran
  • FIFA: Lîsteya dawî ya tîmên neteweyî li Kûpaya Cîhanê ya Qatarê bû 26 kes

Konseya Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) ragihand ku di Kûpaya Cîhanê ya Qeterê de hejmara lîstikvanan ji her tîmekê ji 23yan derket 26an.

Yek ji biryarên encûmena FIFAyê di civîna duh (pêncşemê) de ew bû ku roja lidarketina 73emîn kongreya FIFAyê diyar bû. Kongre dê di 16ê Adara 2023an de li bajarê Kigali yê Ruandayê were lidarxistin. Di vê kongreyê de dê hilbijartina serokê FIFAyê were kirin.

Lê biryarên herî girîng ên Konseya FIFAyê guherînên qaîdeyên Kûpaya Cîhanê ya 2022an a li Qeterê bûn.

Li gorî vê raporê, herî zêde hejmara lîstikvanên ku dikarin di lîsteya dawî ya her tîmekê de ji FIFAyê re bên eşkerekirin ji 23yan derket 26 lîstikvanan.

Dema ku divê tîm navnîşa xwe ya 26 kesan ji FIFA re eşkere bikin dê 13ê Mijdara 2022an bibe.

Di Kûpaya Cîhanê de herî zêde 26 kes dikarin li ser textê tîmê rûnin. Ev hejmar ji 15 lîstikvanên rezerv û 11 rayedar û rêvebirên tîma neteweyî pêk tê. Divê yek ji van berpirsên tîmê doktorê tîmê bibe.

Qatar dê ji 21ê Mijdarê heta 2ê Kanûnê mazûvaniya qonaxa komê ya Kûpaya Cîhanê ya 2022an bike, ji 3 heta 6ê Kanûnê fînala çaryek, di 9 û 10ê Kanûnê de maçên çaryek, di 13 û 14ê Kanûnê de maçên nîvfînalê û di 18ê Kanûnê de jî dê fînalê li dar bêxe.

Serepeyv