Hezîran 23, 2022 12:17 Asia/Tehran
  •  Hilbijartina kongreya Amedsporê; Selahattin Yildirim li cihê xwe ma

Di encama hilbijartina kongreya Amedsporê de Selahedîn Yildirim careke din ji bo serokatiyê hat hilbijartin.

Amedspor a ku di Lîga 2mîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê de cih digre, 6êmîn kongreya xwe ya awarte ya bi hilbijartin li Tesîsên Şehmus Ozer pêk anî.

Odeya Bijîşkan a Amedê, Odeya Bazirganiyê ya Amedê (DTO), Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMO) û gelek saziyên sivîl ên li bajêr beşdarî kongreyê bûn.

Amedspor ji bo ku serokê xwe yê nû hilbijêre di hilbijartina ku bi yek lîsteyê hat kirin de Selahedîn Yildirim bi yekdengî careke din wek serok hat hilbijartin.

 

Serepeyv