Hezîran 21, 2022 09:09 Asia/Tehran
  • Werzişkarekî misirî bû kesê herî bihêz ê cîhanê

Welatiyekî Misirî wek kesê herî bihêz ê cîhanê hat binavkirin piştî ku trêneke bi giraniya 220 ton kişand ku ev wek rekor heta niha di dîroka Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nehatiye tomarkirin.

Werzişvanê Misirî Eşref Mehrûs ê ku niha kesê herî bihêz ê cîhanê ye got, “Îro min rekora 220 ton bi dest xist û rekora welatiyê Ukraynayê yê ku 204 ton kişandibû şikand. Şikir ji Xwedê re û bi îzna Xwedê ez ê bibim mêrê herî bihêz ê cîhanê.”

Çavdêrên Pirtûka Rekoran a Guinnessê ji bo dîtina şikandina rekora mêrê herî bihêz ê cîhanê çûn taxa Şubra ya Qahîre ya paytexta Misirê.

Eşref Mehrûs anî ziman, “Ji bo gihandina komîteyê çaryek mîlyon lîre pêwîst e, ev yek ji min re zehmet e, lê bi emailê ji min hat xwestin ku belgeyên li ser giranî, dûrahî, firehî û hejmarek pîvanên din ên ku min hejandiye pêşkêş bikim.”

Eşref Mehrûs bi vê rekorê navê xwe û welatê xwe di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nivîsand.

Eşref Mehrûs di Hezîrana 2021an de jî bi diranên xwe barhilgireke 15 hezar û 730 kîloyî kişandibû, ev rekoreke ku nehatiye şikandin.

Serepeyv