Bidestxistina medalên zêr û zîv ji bo duçerxesiyarên Îranê li pêşbirkên Asyayê
Duyemîn roja pêşbirkên duçerxesiyariya qehremaniya Asiyayê, werzişkarên Îranê di Parasîklêtê de medalek zêr û medalek zîv bi dest xistin.
Li gorî rapora IRNA`yê, duwemîn roja pêşbirkên werzişvaniya duçerxesiyariyê ya Asyayê ya sala 2022`an li Dêlhiya Nû, bi werzişkarên îranî li beşa "Parasîkletê" medalek zêr û medalek zîv bi dest xistin.
Îro danê sibê (Yekşem) “Mehdî Muhemedî” û “Behrûz Ferzad” du nûnerên Îranê li pişka 4000 metre ya mêran li beşa parasîkletê bi nûnerên welatên din re hevrikî kirin, ku bi amadebûna nûnerên Îranê di fînalê de hat piştrastkirin ku madalên zêr û zîv para wan e.
Berêvariya îro fînala van pêşbirkan birêve çû û di vê pêşbirkê de “Mehdî Mihemedî” medala zêr bi dest xist û “Behrûz Ferzad” li ser pileya duyem a van pêşbirkan rawestiya û medala zîv bi dest xist.
Duh (şemî) “Behrûz Ferzad” li yekem roja pêşbirkên werzişa duçerxesiyariyê ên Asiyayê li Hindistanê li kategoriya 1 km karî pileya yekem bi dest bixe û medala zêr ya van pêşbirkan bi dest bixe.
Tîma spora jinên Îranê jî duh di vê pêşbirkê de pileya pêncem bi dest xist.
Şampiyoniya Asyayê ya 2022an di 17ê Hezîranê de dest pê dike û heta 23ê Hezîranê berdewam dike.