Hezîran 19, 2022 11:34 Asia/Tehran
  • Dawera îranî di Kûpaya Cîhanî ya Qayiqajotina Rowing de

dawera (hakema) nêvdewletî ya Qayiqajotina Rowing a Îranî, tekane dawera Asyayî ya Kûpaya Cîhanî li Polonyayê ye.

Li gorî nûçeya IRIB Newsê, Kûpaya Cîhanî ya Qayiqajotina Rowingê di 16ê Hezîranê de li Poznań ya Polonyayê dest pê kir.

Esma Nîkwer yekane dawera îranî û asyayî ye ku ji bo dawerîkirina pêşbirkê hatiye vexwendin.

Nîkwer, hakema navnetewî ya Qayiqajotina Rowing a Îranê, xwedî tecrubeya dawerîkirina pêşbirkên curbicur ên cîhanî û asyayî ye û tenê hakema îranî ye ku di vê pêşbirkê de amade bûye.

Ev pêşbirke îro Yekşemê bi dawî dibin.

Serepeyv