Hezîran 17, 2022 19:28 Asia/Tehran
  • 55 çiyager hilkişiyan ser Çiyayê Sîpanê

Tîmeke 55 kesî ya geştiyaran li berpalên çiyayê Sîpanê yên li parêzgeha Agirî ya Tirkiyê bi armanca geşteke xwezayî berê xwe dane vî çiyayî ku li ser asta Tirkiyê 3emîn çiyayê herî bilind e.

Bi hilkişîna çiya pileyên germayê diguherin lewra tevî ku meha Hezîranê ye li çiya hîn jî rêjeyeke berçav a berfê heye.

Xwezahez Hakan Arslanboga got, “Niha em li 3 hezar û 300 metre bilindahiya çiyayê Sîpanê ne. Ez dikarim bibêjim ku em 4 werzên salê bi hevre dijîn. Ev hilkişînek gelek zehmet e.”

Li kêleka berfê kulîkên çiyayî jî serê xwe hildane û bi dîmenên newaze pêşwaziyê li geştiyaran dikin.

Çiyayê Sîpanê 4 hezar 58 kîlomtre ji asta deryayê bilind e û dikeve sînorên parêzgehên Bedlîs, Mûş û Agirî yên Tirkiyê. 4 werzên salê li Sîpanê berf heye û hilkişîna çiyager û xwezahezan bo ser vî çiyayî di meha Hezîranê de dest pê dike û heta Îlonê berdewam dike. Tîma geştyaran 18 kîlometreyan hilkîşin û 18 kîlometreyan jî daketin bi giştî 36 kîlometreyan meşiyan heta ku çûn 3 hezar û 786 metre bilindahiyên çiya û vegeriyan.

 

Serepeyv