Hezîran 17, 2022 12:08 Asia/Tehran

Serokê nû yê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF), Mehmet Büyükekşi got: Çi ji deste me bê em ê ji bo Fûtbola Tirkiyê bikin.

Lijneya giştî ya bijartina derasayî ya ku li Enqereyê hat lidarxistin, Serokê Berê Servet Yardımcı û Nihat Özdemir, gelek serokên kulûben lîga super, lîga yekem, lîga 2yem û lîga 3yem beşdar bûn. Serokê Kulûba Fenerbaxçeyê Alî Koç jî di civînê de cih negirt.

9 endamên ku serî lêdabûn tene Mehmet Büyükekşi bû endam.

Ji 209 dengan Büyükekşi, 158 deng wergirtin û bû serokê nû yê Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyê (TFF).

Di lîsteya lijneyê ya rêveberiya Mehmet Büyükekşi de Yalçın Orhan, Nükhet Küçükel Ezberci, Murat Aksu, Yusuf Günay, İdil Karademirlidağ Suher, Erman Kalkandelen, İbrahim Burkay, Alkın Kalkavan, Ramazan Üçdan, Müslüm Özmen, Hamit Altıntop, Ali Düşmez, Talat Papatya û Volkan Can cih girtin. Di lijneya giştî de cara ewil endameke jin cih girt.
 

Serepeyv