Hezîran 15, 2022 22:12 Asia/Tehran
  • Berdewamiya serkeftinên tîma hendbola peravê ya nûciwanên Îranê li pêşbirkên cîhanî

Tîma hendbola peravê ya nûciwanên Îranê, di Kûpaya şampiyoniya Cîhanê de di maça xwe ya duyemîn de ji Qatarê bir.

Tîma handbola peravê ya nûciwanên Îranê li duyemîn pêşbirka xwe ya pêşbaziyên qehremaniya cîhanê yên sala 2022`an dîsa bi hêz xuya bû û tîma Qeterê bi encama 2-0 têk bir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB`ê, di vê pêşbirkê de ku li bajarê "Heraklion" li girava Kertê ya Yewnanistanê hat lidarxistin, tîma neteweyî ya nûciwanên Îranê nîvê yekem û duyem bi encama 15-14 di berjewendiya xwe de bi dawî kir. .

Tîma neteweyî ya nûciwanên Îranê a hendbola peravê li yekemîn pêşbirka xwe ya pêşbaziyên şampiyoniya cîhanê bi encama 2-0 ji Amerîkayê bir.

Tîma neteweyî ya Îranê îro (çarşemê) di sêyemîn pêşbirka xwe ya qonaxa komî de rûbirûyê tîma Swêdê dibe.

16 tîmên amade di nav çar koman de hatine dabeşkirin û di her komê de sê tîmên sereke derdikevin du komên sereke yên şeş tîmî.

Her çar tîmên ku ji tûra duyemîn derketine dê derbasî fînala çaryek bibin û paşê derbasî nîvfînal û fînalê bibin.

Serepeyv