Hezîran 14, 2022 12:39 Asia/Tehran
  • Tîma neteweyî ya futbola Awustralyayê bi serketina li hember Perûyê karî beşdarî Kûpaya Cîhanê ya Qeterê bibe

Tîma neteweyî ya futbolê ya Awustralya bi têkbirina tîma neteweyî ya Perûyê derbasî Kûpaya Cîhanî ya 2022 ya Qeterê bû.

Li gor nûçeya Reutersê, tîmên netewî yên futbolê yên Awustralya û Perûyê di qonaxa play-offê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de li Qeterê êvariya Duşemê li stadiyuma Al Rayyan a Qeterê hatin hemberî hev ku di dawiya 120 xulekan de bi encama 0-0 bidawî hat, lê belê Awustralya di penaltiyan de 5-4 li hember Peru bi ser ket û derbasî Kûpaya Cîhanê ya 2022 ya Qeterê bû.

Bi vê encamê erkê koma çarem a Kûpaya Cîhanî ya Qeterê diyar bû û tîma Australya li kêleka tîmên Fransa, Danîmarka û Tûnisê cih girt.

Serepeyv