Hezîran 13, 2022 13:19 Asia/Tehran
  • Li Şirnexa Tirkiyê turnuwaya tenîsê didome

Li Şirnexê turnuwaya tenîsê didome û di roja duyem de 47 pêşbirk hatin lîstin.

Li gorî nûçeya TRT Nûçe'yê, Li Şirnexê turnuwaya Cûdî Cup a Tenîsê ya Navneteweyî bi kelecaneke mezin didome. Di 6 kortan de 47 pêşbirk hatin lîstin. Tenîsbazên herêmê jî di misabeqeyan de serkeftî bûn.

Turnuwaya tenîsê ya navneteweyî li Zanîngeha Şirnexê  tê lidarxistin.

Ji xeynî Tirkiyeyê ji Rûsya, Lîtvanya, Qazaxistan, Tûnis, Polonya, Îran, Gurcistan û Îngilîstanê 37 jê keç 81 sporvan beşdar dibin.

Serepeyv