Hezîran 12, 2022 17:42 Asia/Tehran
  • Xwezahezên Îranî dora Çiyayê Agiriyê bi duçerxeyan difetilin

Xwezahezên Îranî yên ku 17 jê jin 43 kes ji bo ku şûna wesayîtê gera bi duçerxeyê berbelav bibe, dora Çiyayê Agiriyê difetilin.

 Li gorî nûçeya TRT Nûçe'yê, Endamên Kuluba Saîdamê yên ji bajarên cuda yên Îranê, bernameyeke gerê amade kirin da ku şûna wesayîtê, balê bikişînin ser gera bi duçerxeyê.

17 jê jin 43 xwezahezên ku ji Îranê bi duçerxeyan bi rê ketin da ku parkura 350 kîlometreyî li dora Çiyayê Agiriyê bigerin, ji Deriyê Sînor ê Gurbulaxê yê li Bazîda navçeya Agiriyê derbasî Tirkiyeyê bûn.

Xwezahez pêşiyê bi duçerxeyan li devera Çiyayê Agiriyê yê ku dikeve hêla Bazîdê geriyan û paşê ber bi Îdirê bi rê ketin. Kom dê tûra xwe ya li dora çiya li Nexciwanê temam bike û ji wir jî dê derbasî Îranê bibe.

Rêberê komê Elî Mîrzayî diyar kir ku ew gelek caran tên Tirkiyeyê û ew zivistanê jî derketin serê Çiyayê Agiriyê.

Mîrzayî wiha xeber da, "Me zehf dixwest em dora Çiyayê Agiriyê bi duçerxeyê bigerin û lewma jî me plana vê yekê kir. Em ji Îranê heya Bazîdê 60 kîlometre rê bi duçerxeyê hatin. Ji vir heta Îdirê 58 kîlometre ye û ji wir jî em ê ji ser navçeya Aralixê derbasî Nexçivanê bibin. Her tişt pir baş e. Rêwîtî rind derbas dibe. Hevalên me yên tirkiyeyî yên ku me berî niha li vir nas kirin hene, em baş pêşwazî kirin. Em ê di tevahiya parkura 350 kîlometreyî da duçerxeyê biajon."

Endama komê Ferîde Xelîlpûrê jî diyar kir ku ew timî li xwezayê çalakiyan dikin û wiha got, "Tûra bi duçerxeyê ji bo me tiştekî nedîtî ye. Her tişt pir baş derbas dibe. Înşelah em ê timî werin Tirkiyeyê."

Qasim Qedîrî jî got ku ew 60 salî ye, 30 sal e werziş dike ku tenduristiya ruh û bedena wî baş be.

 

Serepeyv