Hezîran 12, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Li Qamişloyê şevbuhêrka hunerî û wêjeyî hat lidarxistin

Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Qamişloyê, Komîteya Çand û Hunerên ya navçeya Qamişloyê û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê şevbuhêrkeke hunerî û wêjeyî li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişloyê bi hemû pêkhateyên wê tevlî wê şevbuhêrkê bûn ku li baxê giştî hat lidarxistin.

Endamê rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Qamişloyê Cemîl Ehmed bixêrhatina beşdaran kirin, piştre hunermend Vajlîn Cuma çend stran got.

Piştre çend helbestên suryanî ji aliyê helbestvan Mişêl Fiyo ve hat xwendin, akter Şevzan Mehmûd jî şanoyek bi navê "Wasta" pêşkêş kir.

Koma Heval çend stran û helbestvan Ebûd Mexso helbest gotin.

Tê payîn Komîteya Çand û Hunerê ya herêma Qamişloyê, Komîteya Çand û Hunerên ya navçeya Qamişloyê û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li bajarê Qamişloyê her roja Înê bi dirêjahiya werzê havînê heman şevbuhêrk li dar xîne.

 

Serepeyv