Bakûrê Sûriyê; Li Til Birakê pêşangeha destkariyan hate vekirin
Hezîran 12, 2022 11:51 Asia/Tehran
Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê û Komîteya Rêvberiya Dibistanan pêşangeheke destkariyan vekir.
Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Til Birakê bi hevkariya Komîteya Rêveberiya Dibistanan pêşangeheke kardestiyan li avahiya çand û hunerê vekir.
Bi dehan şêniyên navçeyê di pêşangehê de amade bûn.
Rêvberiya Navenda Çand û Hunerê ya Til Birak Xîtam El-Elî bi xêrhatina haziran kir. Piştre Koma Şehîd Seide û Hind govend pêşkêş kirin. Her wiha hunermend Teleb Nazir li gel awazên rebabe stra.
Piştre beşdar li hola pêşangehê geriyan.