Hezîran 11, 2022 18:06 Asia/Tehran
  • Futbolîstê tîma neteweyî ya Cezayêrê çend saetan piştî avêtina golekê ji tîma xwe re jiyana xwe ji dest da

Lîstikvanê tîma neteweyî ya futbolê ya Cezayêrê Bîlal Bin Hemûdeh piştî çend saetan ku ji tîma welatê xwe re gol avêt jiyana xwe ji dest da.

Tîma neteweyî ya futbolê ya Cezayêrê ku xwe ji bo Kûpaya Afrîqayê amade dike, şeva pêncşemê di maça amadekariyê de bi tîma neteweyî ya Komara Demokratîk a Kongoyê re ket hemberî hev û 3-0 bi ser ket.

Bîlal Bin Hemûdê di vê lîstikê de ji bo tîma neteweyî ya Cezayêrê lîst û gola duyemîn a tîma xwe jî ji penaltiyê tomar kir. Lê belê çend saetan piştî vê pêşbirkê di riya vegerê de, ew bi hevalekî xwe ve di qezayeke trafîkê de a Înê serê sibê li herêma El-Dewade ya rojavayê Cezayîrê jiyana xwe ji dest dan.

Di vê navberê de; Çavkaniyên ji Federasyona Futbolê ya Cezayêrê mirina Bîlal Bin Hemûdê lîstikvanê tîma neteweyî û stêrê kluba El-Ittihad a Cezayîrê di 24 saliyê de di qezayeke trafîkê de piştrast kir.

Di dema ku tîma fûtbolê ya El-Ittihad xwe ji bo pêşbirka hefteya dawiyê ya Lîga Cezayêrê li hember tîma Wefaq ku endamên wê li bajarê Letîfê dijîn, amade dikir, piştî wergirtina nûçeya mirina Bin Hemûda vegeriyan paytextê û pêşbirke hat betalkirin.

Serepeyv