Hezîran 11, 2022 17:32 Asia/Tehran
  • Keçên Îranî nûneratiya Asyayê di Lîga Cîhanî ya Basketbolê ya 3 kesî de dikin

Federasyona Werzîşê ya Zanîngehên Asyayê, tîma basketbolê ya jinan a Îranê ya 3 li hember 3, wek nûnera parzemîna Asyayê li Lîga Cîhanî ya Basketbolê bi Federasyona Cîhanî da nasandin.

Li gorî rapora roja şemiyê ya ISNAyê, Federasyona Werzîşê ya Zanîngehên Asyayê bi nameyekê ragihand, Tîma basketbolê ya jinan a Zanîngeha Azad a Îslamî ya Îranê,  li gor rêzbendiya tûrnûvaya basketbolê ya Asyayê ya 3 li hemberî 3, wek yek ji nûnerên parzemîna Asyayê bo beşdariya li Lîga Cîhanî ya Basketbolê ya sala 2022an hat hilbijartin û ji bo Federasyona Cîhanî hat nasandin.

Tîma 3 kesî ya basketbolê ya zanîngeha Azad a Îslamî ya Îranê li gera pêncem a pêşbirkên şampiyoniya xwendekaran a Asyayê li Taywanê pileya duyem a pişikdariyên lîga cîhanî ya basketbola xwendekaran bi dest xist û di gera pêncem a Lîga Basketbola Cîhanî ya Xwendekaran a 3 bi 3 ku bi mazûvaniya bajarê Şyamên a Çînê hat lidarxistin, pileya sêyemîn bi dest xist.

Lîga Basketbolê ya Dinyayê ya 3 bi 3 wê di dawiya Cotmeha 2022an de li Stenbolê bê lidarxistin.

Serepeyv