Kûpa cîhan Guleşta Pehlewan Textî bi serketina Guleştvanên Îranê bidawî hat
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i334503-kûpa_cîhan_guleşta_pehlewan_textî_bi_serketina_guleştvanên_Îranê_bidawî_hat
Çil û dûyemîn dewra pêşbirkên guleşta azad a Kûpaya Cîhan Pehlewan Textî bi lidarxistina pênc wezneyên duyemîn û serketina gulaşvanên Îranê bi dawî hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 11, 2022 04:22 Asia/Tehran
  • Kûpa cîhan Guleşta Pehlewan Textî bi serketina Guleştvanên Îranê bidawî hat

Çil û dûyemîn dewra pêşbirkên guleşta azad a Kûpaya Cîhan Pehlewan Textî bi lidarxistina pênc wezneyên duyemîn û serketina gulaşvanên Îranê bi dawî hat.

Li gorî rapora IRNA`yê, roja duwemîn a pêşbirkên navneteweyî yên guleşta azad a Kûpaya Cîhan Pehlewan Textî êvara Îniyê bi pêşbaziya pênc weznên duyem li ser dûşekê hat lidarxistin û baştirîn weznên mayî yên vê pêşbirkê hatin diyarkirin.

Tîma Îranê bi 245 pûanan li ser platforma şampiyoniyê rawestiya, tîma Ermenistanê bi 93 pûanan di rêza duyemîn de û tîma Gurcistanê jî bi 28 xalan di rêza sêyem de cih girt.

42.yemîn Tûrnûvaya Guleşta Azad a Navdewletî ya Kûpa Cîhan Pehlewan Textî, weke qonaxa beriya dawîya sîkla hilbijartina tîma neteweyî, roja Pêncşemiyê li Mala Guleşta Şehîdên Guleştgir a Tonekabonê dest pê kir û 2 rojan dewam kir.

Di vê heyama pêşbirkê de 110 guleştvanên navxweyî û 2 tîm ji Gurcistan û Ermenîstanê beşdar bûn.