Hezîran 10, 2022 19:18 Asia/Tehran
  • Stêrkê Îranî yê tîma Porto Portekîzê jortir ji Ambape û Vinicius rawestiya

Stêrkê îranî yê Futbolê yê tîma Porto Portekîzê ji stêrkên futbolê yên cîhanê sertir e.

“Mehdî Tarimî” stêrkê tîma neteweyî ya Îranê, werzeke baş li gel Portoyê derbas kir û bû şampiyonê Lîga Super ê Portekîzê û Kûpaya Neteweyî ya vî welatî.

Lîstikvanê tîma neteweyî ya Îranê bi 23 golan di rêza duyem a golên herî baş ên vê demsalê de rawestiya. Vî stêrkê îranî ne tenê di avêtina golan de alîkariya Portoyê kir, belkî di amadekirina gogê ji bo ku yên din golê bavêjin jî roleke girîng hebû.

Malpera Îngîlîzî "Matchday 365" di demsala borî de 6 lîstikvanên herî baş di 7 lîgên sereke yên Ewropayê de dan nasandin ku her yek zêde ji 4 penaltî wergirtine.

“Mehdî Taremî” bi 5 penaltiyan di lîga Portekîzê de ji stêrkê Fransî yê Paris Saint-Germain Kilian Ambape û stêrkê Brezîlî yê Real Madrîdê Vinicius Jr sertir bû.

Stêrkê Îranî herwiha baştirîn lîstikvanê werzê Portoyê hat hilbijartin.

Serepeyv