Hezîran 09, 2022 14:01 Asia/Tehran
  •  Çiyager û xwezahezên îranî hilkişiyan ser Çiyayê Agiriyê

Qedera 550 çiyager û xwezahezên îranî hilkişiyan ser Çiyayê Agiriyê yê ku bi 5 hezar û 137 metre bilindahiyê va çiyayê herî bilind ê Tirkiyeyê ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê, Welatiyên Îranê yên keysa xwe li betlaneya fermî ya li welêt anîn û hatin Tirkiyeyê û li navçeya Bazîdê şeva xwe li otêlan derbas kirin, sibehê zû jî bi minîbusan kom bi kom berê xwe dan mezreya Çevîrmeyê da ku hilkişin serê Çiyayê Agiriyê.

Komên ku dest bi hilkişînê kirin, li ciyên kampê yên diyar ên li bilindahiya çiyê konê xwe vegirtin û bêhna xwe vedan. Qefleya ku di du rojan da hilkişîna xwe temam kirin, di rojekê da jî daketin.

Rêberê turîstan ê îranî Elî Ekber Ehmedpûr diyar kir, çiyagerên di komê da berî niha çendîn caran hilkişiyan serê Çiyayê Agiriyê û her wisa yên nû jî di dema hilkişînê da hest bi kelecaneke mezin kirin û wiha dewam kir:

"Çiyagerên îranî di betlaneyan da hildikişin serê çiyayan. Îsal me Çiyayê Agiriyê tercîh kir. Ev der çiyayekî pir sipehî ye û meriv dikare hilpaskî cemedê jî be. Em bêyî pirsgirêk derketin serê çiya û hewa jî sayî bû. Me xwezaya Çiyayê Agiriyê pir eciband. Li ciyên jor li zozanan berf dihele û ava belekiyan dîmenekî xweş dide xwezayê."

Ji komê Perînz Neqîpurê jî diyar kir, ew cara ewil e hilpaskî Çiyayê Agiriyê dibe. Neqîpurê daxuyand ku wê pir dixwest ku hilpaskî Çiyayê Agiriyê bibe û wiha dewam kir: "Ez nikarim kelecana xwe bi we ra parve bikim. Çiyayê Agiriyê pir mezin û bilind e. Çiyayekî pir xweş e. Vêga li gor min Everestek e."

Serepeyv