Hezîran 08, 2022 10:00 Asia/Tehran
  • Serokê FIFAyê: Cihê gelê Îranê li nav dilê min e

Serokê Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbalê (FIFA) di hevdîtina di gel alîkarê Wezîrê werzîş û xortan ê Îranê da got: Cihê gelê Îranê li nav dilê min e.

Li gorî rapora IRNAyê, Gianni Infantino, Serokê Federasiyona Navneteweyî ya Fûtbalê (FIFA) di hevdîtina di gel Sîna Kelhor alîkarê çandî yê wezîrê werzîş û xortan ê Îranê da li Dûhayê soz da ku mijara zêdekirina bilêtê ji bo alîgirên îranî bişopîne û got: Cihê gelê Îranê li nav dilê min e.

Sîna Kelhor jî tevî amajeya bi hezkirina zehf a gelê Îranê ji Fûtbalê û daxwaza gelek ji temaşevanên îranî ji bo hevrêtiya tîma neteweyî ya Îranê di Kupa Cîhanî da, ji Gianni Infantino xwest ku bi venihêrîna rêbazên belavkirina pişk û para welatan, pişkeke zêdetir bide temaşevanên îranî.

 

Serepeyv