Hezîran 07, 2022 21:29 Asia/Tehran
  • Di pêşbirka Paratekwando ya Bulgaristanê de tîma Îranê madaleke zêr bi dest xist

Tîma Paratekwando ya 4 kesî ya Îranê li pêşbirka Grand Prix (Xelata Mezin) a Bulgaristanê bi standina medaleke zêr û medaleke tûnc karê xwe bi dawî kir.

Pêşbirka "Paragrandprix Challenge" bi mazûvaniya Sofya paytexta Bulgaristanê bi beşdariya 85 tekwandokaran ji 23 welatan hat lidarxistin.

Tîma neteweyî ya paratekwando ya Îranê di pêşbirkên Paragrandprix ên Sofyayê de di beşa mêran de bû sêyemîn.

Di van pêşbirkan de di wezna bin 80 kg de Elîreza Bext  ji Îranê madala zêr wergirt.

Seîd Sadiqiyanpûr ji Îranê jî di kategoriya bin 61 kg de madala tûnc bi dest xist.

Herwiha di beşa jinan a Îranê de Meryem Ebdullahpûr di wezna bin 47 Kg û Seher Qenberî di wezna bin 52 Kg de ti madalek bi dest nexistin.

Serepeyv