Hezîran 06, 2022 15:37 Asia/Tehran
  • 'Tu bendek li ber hunerê nabe asteng'

Dengê wî diherike nav dilan ji ber hestên wî drust in, di listîna li ser têlên hestan de hoste ye. Tevî ku ronahiya çavên xwe winda kiriye, Birîndar Îsa dibêje; “Bi mûzîka kurdî min çavê xwe li dinyayê vekir. ”

Birîndar Îsa (38) li gundê Qasteban ê herêma Aliyan a navçeya Çilaxa ya herêma Qamişloyê ji dayîk bûye û bi mûzîka kurdî çavê xwe li dinyayê vekir.

Birîndar kor ji dayik bû û ji biçûkahiya xwe ve distirê. Birîndar bi behreya xwe navdar e ku tenê carekê yan du caran stranê guhdar bike, ezber dike.

Her wiha Birîndar ji guhdarkirina muzîka kurdî fêrî stranbêjiyê bû û di nava gundê xwe de vedigot. Ji ber ku ji tembûrê hez dikir, bi alîkariya hevalên xwe fêrî lêdana tembûrê bû. Ev astengdarî li ber pêşketinên wî di muzîkê de nebû kelem û di heman demê de fêrî stranbêjiyê bû.

Birîndar serpêhatiya xwe ya hunerî û astengdariya xwe bi vê hevokê tîne ziman: “Tu bend li ber hunerê nabe asteng”. Wî her wiha destnîşan kir ku li ser awaz û mûzîka kurdî çavê xwe li dinyayê vekiriye.

Şert û mercên jiyanê yên dijwar, nebûna dibistan û navendên taybet ji bo kesên ku ronahiya çavên xwe winda kirine, azarên Birîndar zêde bû.

Malbata wî ew di dibistaneke taybet a kesên kor de li Dêrazorê tomar kir, ji ber ku di herêmê wî de dibistanên wiha tune ne. Birîndar sal û nîvekê xwend, lê belê ji ber dûrbûna dibistanê û şert û mercên jiyanê yên dijwar, dev ji xwendinê berda.

Li ser vê yekê Birîndar zêdetir girîngî da fêrbûna muzîk û stranbêjiyê û got:" Destpêkê pir dijwar bû, lê îsrara min ku behreya xwe bi pêş bixin, dehfeke mezin da min ku berdewam bikin. Ji bo xwendina notan jî, min girîngî dida dubarekirinê û pratîkê."

Birîndar dest bi nivîsandina hin stranan kir û têkildarî mijarê got: Sala 2004'an min hin stranên niştimanî nivîsandin û ji hêla gelek kesan ve hatin hezkirin."

Stranbêjî behreyek e. Hunermend bi dengê xwe bi civakê re têkildar dibe. Tevî ku dengê Birîndar pir xweş e, lê belê behreya wî di nav gund de sînordar e. Ji ber vê yekê Birîndar hêvî dike ku aliyên peywendîdar bal bikşînin ser behreya wî. Di dawiya axaftina xwe de Birîndar bang li Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê kir ku xwedî li behreya wî derkevin.

 

Serepeyv