Kapa Guleştê ya Torlîxanov; 2 guleşkirên îranî derbasî fînalê bûn
Hezîran 05, 2022 15:21 Asia/Tehran
Guleşkirên îranî yên kêşên 86 û 92yê di pêşbirkên Kapa Torlîxanov a Qazaqistanê da derbasî fînalê bûn.
Pêşbirkên Navnetewî yên Guleşta Azad ên Kapa Torlîxanov ji serê sibeya duh va li Almatîya Qazaqistanê destpê bûne.
Di roja dawîyê ya pêşbirkên Guleşta Azad ên Kapa Torlîxanov li Almatîya Qazaqistanê da, Hesen Yezdanî xwedîyê mîdalên zêr ên cîhan û olempîkê û Kamran Qasimpûr xwedîyê mîdala zêr a cîhanê derbasî fînalê bûn.
Yezdanî berî fînalê 12- 1 li Dewlet Beykov ê qazaqistanî bir û jibo bidestxistina mîdala zêr jî yê îro êvarê derveke pêşberî Borîs Makoyêv ji Islovakîyê.
Kamiran Qasimpûr jî destpêkê 10- 0 li guleşkirê hindî bir û paşê jî 10- 0 li Islambey Ilyasov ê ji Qazaqistanê bir û piştî ku 11- 0 li Beygênjîyêv bir derbasî fînalê bû.