Hezîran 04, 2022 11:43 Asia/Tehran
  •  Klûba Amed Sporê dê kongreya xwe saz bike

Amed Spor ku di Lîga 2”yemîn a TFF’ê de dilîze û îsal karî heta play-offê here niha dê kongreya nû li dar bixe û rêveberiyeke nû hilbijêre.

Li gorî nûçeya malpera Diyarname'yê, Klûba Amed Sporê par 19”ê vê mehê kongreya xwe ya awarte li dar xistibû û di bin serokatiya Selahattin Yildirim de rêveberekî nû hatibû hilbijartin. Niha klûbê carek din biryara kongreyê da.

Li gor ku klûbê duh daxuyaniyeke nivîskî belav kiriye rêveberiya klûbê duh li hev civiyaye û bi yek dengî biryara kongreyê daye. Li gor biryarê kongre dê 19’ê vê mehê li avahiya klûbê ya li Tesîsên Şehmus Ozer li dar bikeve. Eger piranî saz nebe dê kongre 26’ê mehê bêyî li piraniyê bigerin kongreyê saz bikin.

LIGEL YILDIRIM PEYMAN NÛ KIRIN

Li aliyê din rêveberiya Amed Sporê duh ligel teknîk dîrektorê xwe Ahmet Yildirim peyman nû kir. Teknîk dîrektor Ahmet Yildirim meha Reşemiya (Sibata) 2022’yan li Amed Sporê hatibû ser kar û karî tîmê heta play-offê bibe, loma jî krediya wî ya berdewamkirinê hebû.

Serepeyv