Dadweriya dawerê tekwandoyê yê Îranê di pêşbirkên Grand Prix de
Hezîran 01, 2022 23:16 Asia/Tehran
Serokê jûriya Federasyona Taekwandoyê ji bo dadweriya Grand Prix çû Îtalyayê.
Li gor nûçeya ajansa IRIB; Şehram Erbabî hakimê pile yekem ê navneteweyî û serokê Komîteya Hakiman a Îranê li ser vexwendina Federasyona Cîhanî ya Tekwandoyê ji bo dawerîkirina pêşbirkên Grand Prix çû Îtalyayê.
Qonaxa yekem a pêşbirkên mezin ên sala 2022an dê ji 3 heta 5ê Hezîranê li bajarê Romayê ya Îtalyayê bi beşdariya 256 tekwandovanên ji welatên cuda birêve biçe.