Medala zêr a Tepançeya Tîmî Kûpaya Cîhanî bû para Îranê
Çaremîn roja pêşbirkên nîşanbaziyê ya Kûpaya Cîhanî ya Bakûyê li beşa mêran a rojê (Sêşemê) di rewşekê de hat şopandin ku medala zêr a tifingê bû para tîma Îranê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Tîma mêran a Îranê ku ji Cewad Forûghî, Muhemed Resûl Îfetî û Secad Pûrhusênî pêk tê, li fînala tîma tifingê ya mêran bi tîma Îtalyayê re kete pêşbaziyê û bi encama 16-10 tîma Îtalyayê têk bir û medala zêr a vê pêşbirkê bi dest xist.
Tîma Almanyayê jî karî 16-6 tîma Uzbekistanê têk bibe û madala tûnc bidest bixe.
Hêjayî gotinê ye ku Tîma Tîma Jinan bi pêkhatina ji Haniye Rostemiyan, Gulnûş Sibqetullahî û Zeyneb Tûmarî derbasî qonaxa destpêkê bû û bi girtina di rêza yekem de derbasî qonaxa dawîn bû û di dawiyê de di nav 8 tîmên amadeyî de gihişte pileya heftem.