Piştî 23 salan: Nottingham Forest vegeriya Premier League'ya Inglîzê
May 30, 2022 09:14 Asia/Tehran
Qaremana berê ya fûtbala Ewropayê di du doran da destûra hilkişiyana bo demsala 2022-2023an a Premier League ya Inglîzê wergirt.
Tîma Nottingham Forestê şeva derbasbûyî di beşa dawiyê ya Champions Ship'a fûtbala Inglîzê da, li werzîşgeha Wembliyê li hemberî "Huddersfilelds Town"ê çû meydanê û bi encama 1-0 jê bir.
Ev serkeftin çaremîn serkeftina şagirdên Stîv Kopêr di pêşbirkên vê dawiyê da bû û bû sebeb ku Nattingham Forest ku di demsala 1998-99 da ji Premier League'yê ketibû Lîga CHampionShip'ê, piştî 23 salan dîsan vegere Premier League.
Ev tîm pêştir du caran bûye qaremana Ewropayê.
Beriya vêya Folam û Bornmûsê jî hilkişiyana xwe bo Premier League tekûz kiribûn.