May 29, 2022 21:18 Asia/Tehran
  • PSGê li Amedê akademiyeke futbolê vekir

Tîma futbolê ya navdar Paris Saint Germain (PSG)di çarçoveya rêkxistinkirina xwe ya li welatên cûda de li parêzgeha Amedê ya Kurdistana Tirkiyê jî akademiya futbolê vekir.

Tîma fransî ya futbolê PSGê berî niha jî li 9 bajarên cûda ên Tirkiyê û Kurdistana Tirkiyê akademiyên futbolê vekiribûn, Amed 10e mîn bajar e ku ev tîm xwe lê rekxistin dike. Di çarçoveya heman xebatan de bi merasimek danasînê akademî ango dibistana futbolê ya PSGê li amedê hat sazkirin.

Armanca vekirina akademiya futbolê ew e ku, zarok û ciwanên serkeftî ên Amedê û bajarên din ên Kurdistana Tirkiyê ji bo binesazîya tîmên cîhanê werin gihandin.

Di destpêkê de 50 zarok û ciwanên Amedî yên ku temenê wan di navbera 3 û 19 salî de ne ji bo akademiyê hatine qebûlkirin. Piştî perwerdekariya futbolê, beşdarî dê mafê yarîzaniya profesyonel bidest bixin û eger ji tîmên futbolê ên Tirkiyê û cîhanê xwestek ji bo wan çêbin dê ji bo wan tîman werin firotan. Bi vebûna vê akademîyê zarok û ciwanên Kurd nêziktirî xeyalên xwe bûn.

Serokê Damezrîner ê Akademîya Parîs Saînt Germaîn ya Şaxa Amedê Senar Toprak got: “Yanî em van zorakan pêşî ji bo PSGê digihînin. Bêguman li Tirkiyê jî dikarin herin gelek taximan. Em ji wan re menejertî dikin, em rêya wan vedikin.”

Serepeyv